ÎranNûçeRojhilatanavin

Pêşnimêjê îniyê yê Têhranê: Şopandina riya Îslam û Quranê, sirra serketina Îranê ye

Pêşnimêjê berwext ê Têhranê, Emerîkayê dijminê sereke yê gelê Îranê da zanîn û got : Bi şpandina riya Îslam û Quranê û Komara Îslamiyê dikarin li hember Emerîka û dijminan rawestin.

 Ayetullah Muhemed Elî Muwehidiyê Kirmanî li xutbeyên nimêja îniyê ya vê heftiyê ya Têhranê, bal kişand ser vê yekê ku  berjewendiyên neteweyî yên  Îranê dê wextekê cih werin ku li gor pênaseya neteweyî ya Îranê bibin û got : Bi  bawernekirina dijmin û geşbîn-nebûna li bara dijmin û xebitandina hêzên ciwan û xurtkirina  aboriyê dikarin li hember gefa dijminan rawestin.

Ayetullah Muhemed Elî Muwehidiyê Kirmanî her wiha  berçavgirtina  hal û rewşa kesên belengaz û xizan, ji aliyê berpirsan, xwedûrkirin ji quretiyê,  qebûlkirina rexneyan, hestyariya li warê bijartina berpirsan û parastin heq û însafê li dayîna sermiyanê ji  faktorên  hikûmeta Îslamî  li gor nihêrîna  hezretê Emrî Elmominîn Îmam Elî (s) da zanîn.

Pêşnimêjê îniyê yê Têhranê her wiha li xutbeya ewil nimêjkir tewsiye kirin ku bila teqwaya îlahî hebin û bal kişand ser roj 21 meha pîroz a Remezanê û salroja şeahdeta hezretê Emîr El-mominîn Elî (E) , îmamê ewil ê şîeyên cîhanê û got : Îmam Elî (s) mirovê herî baş li cîhanê bû û eva ku em hemî hevcedarê wî ne, nîşana  sedaqet û fezîleta herî bilind a  vî hezretî ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu