CîhanEwropaNûçe

Li Fransayê ji ber bahoza Eleanor 6 kesan canê xwe ji dest dan

Li Fransayê ji ber bahoza Eleanor di 36 herêman de amadebaşî hate ragehandin. Ji ber bahozê avahî, xanî û dar şikiyan.

Li gor çavkaniyên herêmî yên li herêma Burgundy, ji pêncşema borî heta naha termê kesekî temen 80 salî li çemê Ternin de hate dîtin.

Li gel vê hejmara kesên ku di bahozê de jiyana xwe ji dest dane gihêşte 6 û kesan, herwaha birîndar jî hejmara wan bû 25 kes.

Herwaha bi hatina vê bahozê re di welat de ziyana aborî çêbûn û mal jî di rojên zivistanê de bê elektirîk mane. Li gor agahiyên fermî 35 hezar xanî elektirîka wan hat qut kirin. Di welat de hatûçûna parkan û piraniya qadên ji bo ragehandinê vekirî ji bo demeke kin hatin girtin.

Tê texmîn kirin bahozê bi qasî 200 mîlyon Euro(240 mîlyon dolar) xisar û ziyan daye ava kirin.

Başa dön tuşu