ÎranNûçeRojhilatanavin

Zerîf: Rêketinnama navokî bo Îranê ciyê serbilindiyê bû.

زەریف: ئێران لە رێککەوتنی ناڤۆکی دا سەربەرزانە جووڵاوە

Wezîrê karên derve yê Îranê got: Siyaseta Komara islamî ya Îranê li îmzakirina rêketinnama navokî tev grûpa 5+1 , siyaseteke bi serbilindî bû.

Muhemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê  li civîna îro ya birêveberên Binyada Şehîd û karûbarên cangoriyan li Têhranê destnîşan kir, Îranê li sê dehekên bihurî qudretekî mezin li navçê aniye dest û bona bi dest anîna vê qudretê gelek zextûzor dît ku xîm û binyatekî vê hêz û qudretê piştevaniya ji xelkê û bereya berxwedanê li navçê bû.

Zerîf bal kişande ser viya ku kes nikare li cîhanê îdia bike ku li prosa rêketina navokî ya di navbera Îranê û grûpa 5+1 kerameta Îranê nehatiye berçavgirtin û got: Komara islamî ya Îranê peywendiyekî baş tev welatên cîhanê heye û eva bi menaya xwetêkeliya nav karûbarên welatên cîhanê nîne belkî bi menaya piştevaniya ji berxwedanê ye.

Zerîf destnîşan kir; Birek ji welatan yên navçê  ku ji tesîra Îranê li navçê ditirsiyan, dosiya navokî ya Komara islamî ya Îranê kirine mihane û welatên rojava jî herçend fitwaya rêberê giranqedre inqilabê ku Îran qet bi fikra çêkirina çekên navokî nîne, bihîstin lê dîsa jî bi dû mihaneyên dijî îranê digeriyan. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu