IraqNûçeRojhilatanavin

Hêzên Antî-Terorê ji 3 aliyan ve êrişî Bertile kirin

Hêzên Antî-Terorê yên Iraqê îro ji 3 aliyan ve êrişî bajarokê Bertile ya li bakurê Mûsilê kirin.

Fermandeyê Operasyonên Taybet ên 2 ê Hêza Antî-Teror a Iraqê, lîwa rokin Mein Saidî ragihand, hêzên Antî-Terorê yên Iraqê îro ji sê aliyan ve bi piştgiriya firokeyên şer ên hevpeymanan êrişî bajarokê Bertile kirin.

Mein Saidî got, di êrişa îro de heta niha 3 otomobîlên bombekirî yên DAIŞê ji aliyê hêzên Antî-Terorê ve hatine pûçkirin, herwiha zêdetirî 50 bombeyên vedayî jî hatine pûçkirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu