ÎranNûçeRojhilatanavin

Gotinên Ruhanî li hevdîtina berpirs û kargêrên nizamê tev rêberê inqilabê

Serokkomarê Îranê got: Li gotûbêjên navokî, heqê navokî yê gelê Îranê îspat bû û ew biryarnamên zalimane yên dijî Îranê jî îbtal bûn.

Hesen Ruhanî serokkomarê Îranê êvara duh sêşemê li hrvdîtina serokên saziyan, berpirs û kargêr û birek ji birêveberên derecebilinde saziyên dewletî û leşkerî tev Hezretê Ayetullah uzma Xamineyî rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî bal kişande ser viya ku pêngava ewile hilanîna boykotan dest peyda kirina ser bazara firotina niftê li cîhanê ye û destnîşan kir; Li vê wezyetê Îran gigêştiye heda xwe ya firotina niftê pêş dewrana boykotan.

Ruhanî bal kişande ser viya ku li mehên vê dûmahîkê firotina gaza şil ji 370 hezar bermîl li rojê gihêştiye 390 hezar bermîl û ragihand; Firotina niftaxav li rojê jî gihêştiye du milyon bermîl li rojê û derxistina niftê ji bîrên niftî ji 2 milyyon û heftsed hezar bermîl gihêştiye 3 milyon û 800 hezar bermîl li rojê.

Ruhanî li bara xebata abûrî ya dewletê jî destnîşan kir; Dewletê pîşiya bohabûna kel û melan girtiye û kariye giraniya 40.1 li du salên bihurî bigehîne 11.9 û li meha din jî dîsa kel û melên bazaran dê erzan bin.

Ruhanî herwisa bal kişande ser alûgorên erênî yê tecareta derveyî û destnîşan kir li sala par û piştî 60 salan bo cara ewilê derhata firotina kel û melên ne niftî yê Îranê li bazarên cîhanî ji derhata kel û melên niftî pirtir bû.

Ruhanî herwisa bal kişande ser viya ku ji sala par navenda qumandihiya abûra berxwedanî bi fermana rêberê giranqedre inqilabê pêk hatiye got: Vê navendê heta niha 19 civîn danîne û 110 terh jî ketine nav rêza projên ku qirare îcra bibin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu