IraqNûçeRojhilatanavin

Li Germiyanê 90 donim zeviyên sê gundan şewitî

Berdevkê rêveberiya berevaniya şaristaniya Germiyanê ragehand, ji ber şewatê 90 donim zeviyên sê gundan bûne xwelî.

Berdevkê rêveberiya berevaniya şaristaniya Germiyanê Nîmet Elî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Şeva borî 14.06.2019ê ji ber bûyera agir berbûnê li gundê Banî Xan, em hatin agahdar kirin û bû sedema şewata 20 donim zevî û giya û pûş. Piştî wê tîmên me di cîh de geheştin cîhê bûyerê û karîn nemekî kurt de agir kongrol bikin û zêdetir ji 40 donim erd ji şewatê rizgar bikin.’’

Herwaha got: ‘’Dîsa duh li gundê Elî Xale şewatekî mezin pêkhat û ji ber wê jî 40 donim erd û pûş şewitî û ji aliyê tîmên berevaniya şaristanî ve agir hat kontrol kirin û 80 donim er hat rizgar kirin.’’

Herwaha got: ‘’Heman rojê li gundê Çalereş şewat derketiye û nêzîkî 30 donim erd û pûş şewitiye û 100 donim erd jî ji şewatê hatiye rizgar kirin.

Başa dön tuşu