CîhanEwropaNûçe

Li Giravên Solomonê bi dijwariya 6.4 erdhej

Hat ragihandin ku li Giravên Solomonê bi dijwariya 6.4 erdhej pêk hat.

Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS) di daxuyaniya xwe de ragihand ku erdhej li herêma Kirakira ku 108 kîlometroyan dikeve rojavayê eyaleta Makirayê û 46 kîlometroyan di binê erdê de pêk hat.

Piştî vê erdhejê, li herêmê tu hişyariyên wekî banga tsunamî û agahiyên zirar dîtinê nehatin dayîn.

Li Giravên Solomonê meha borî jî bi dijwariya 7.8 û 6.9ê erdhej pêk hatibû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu