Li girtîgeha Alcaçuz a Eyaleta Rio Grande do Norteyê ku di encama şerê navbera 2 komên dijber de serê 26 mehkûman hatibû birîn, dîsa alozî derket.
Hat ragihandin ku girtiyan di destê wan de ço û al banê girtîgehê dagir kirine û hêzên taybet ên Eyaleta Rio Grande do Norteyê jî ji bo serhildana girtiyan kontrol bikin ketine hûndirê girtîgehê.
Hat diyarkirin, karmendên girtîgehê di rewşeke xeter de ne û îhtimala hin termên din ên girtiyan li hûndir hebin heye. Parêzgerê Eyaleta Rio Grande do Norteyê Robinson Faria, di daxuyaniya xwe ya li ser twitterê de, ragihand ku ew ê ji hikûmeta federal daxwaza hêzên leşkerî bike.
Faria herwiha destnîşan kir ku ew ê roja sêşemê digel wezîrê Dadê Alexandre de Moraes re hevdîtinekê bike û ji Serokdewletê Brezîlyayê Michel Temer jî ji bo gotûbêjkirina vê kêşeyê daxwa civînê kir. Berî niha bi demekê dîsa girtîgeha Alcaçuzê serhildanek çêbûbû û hatibû ragihandin ku di wan bûyeran de serê 26 mehkûman hatiye birîn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)