ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Hekîm: Kesên dilê xwe bi alozbûna peywendîyên me û rêberê inqilaba islamî ve xweş kirine, di nav xeyalan de ne

Serokê Partîya Hikmeya Netewî ya Iraqê bi gotina vîya ku “ kesên dilê xwe bi alozbûna peywendîyên me û rêberê inqilaba islamê ve xweş kirine, di nava xeyaln de ne“, ragihand: Mirov nikare hewcedarê rênimûnîyên Imam Xaminêyî nebe.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Tesnîmê, Seyîd Emar Hekîm serokê Partîya Hikmeya Netewî ya Iraqê li hevpeyvîna digel malpera Iran Bilerebi got: Kesên dilê xwe bi alozbûna peywendîyên me û rêberê inqilaba islamî ve xweş kirine, di nav xeyalan de ne.

Wî herwiha got: Îranê kûratîya istiratêjîk jibo heye û mirov nikare ji şîret û rênimûnîyên Imam Xaminêyî ku alîkarîya me jibo ji nû ve avakirina Iraqê dikin, bêminet be.

Hekîm li pişkeke vê hevpeyvînê got ku Imam Xaminêyî bi hegera peywendîyên rasterast digel pirranîya rêvebirên iraqî mideha 40 salên buhurî de, bi awayekî taybet bala xwe dide ser Iraqê.

Wî herwiha got: Nakokîya di navbera Îran û Erebistanê de çiqas be li hemberî derfeta mezin ku li benda her du welatan e, gellekî jî mezin nîne, helbet heke qayde û bingeh jibo danûistandin û hevkarîya hevpar bên kifşkirin.

Serokê Partîya Hikmeya Netewî ya Iraqê tekez kir: Iraq li gorî vîya ku tenha warek e ku Îranê bi Erebistanê ve girêdide, dikare peywendîyên van du welatana nêzîkî hev bike.

Hekîm li dawîyê got: Îran, Erebistan û Tirkîye sê welatên girîng li Rojhilata Navînê ne û li gorî vîya ku Iraq van sê welatana bi hev ra girêdide, tenha welatek e ku hêjayî li hev nêzîkirina nêrînên wan e. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu