CîhanEfrîqaEwropaMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Li gor UNICEFê zarokên penaber dikevin destê ticarên însanan

Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) destnîşan kir hejmara zarokên ji ber şer û feqîriyê koç dikin zehf zêde bûye û zarokên penaber û yên bêxwedî dikevin destê ticarên însanan.

Di rapora teze ya UNICEFê da hat diyarkirin di salên 2015-2016an da hejmara zarokên penaber û yên bêxwedî 5 qat zêde bû û gihîşt 300 hezarî.

Her wuiha hat destnîşankirin hejmara zarokên ji ber şer û feqîriyê direvin zehf zêde bûye û zarokên penaber û yên bêxwedî dikevin destê ticarên însanan.

Di raporê da hat diyarkirin gelek zarokên ji Libyayê derbasî Îtalyayê dibin dikevin destê ticaran û tên emilandin.

Di raporê da hat destnîşankirin qederê 170 hezar zarokên penaber û bêxwedî ji bo bên parastin serî li Ewropayê xistine û 100 hezar zarok jî li ser sînorê DYA-Meksikayê dane sekinadin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu