CîhanNûçe

Li Meksîkayê facîaya fîşekên hewayî: 29 mirî û 60 birîndar

Li bazareke bajarê Tulpetec a Meksîkayê di encama teqîna fîşekên hewayî de 29 kesî jiyana xwe ji dest da û 60 kes jî birîndar bûn. Piştî bûyerê dumana teqînê li hemû bajêr belav bû û facîa anî pêş çavan.

Bûyera teqîna fîşekên hewayî li bazareke bajarê Tulpetec a nêzî paytextê Mexico City pêk hat. Teqîn li bajarê Tulpetec di bazara fîşekên hewayî ku ji bo Noel û sersalê hatibû vekirin çêbû. Di teqînê de herî kêm 29 kesî jiyana xwe ji dest da û 60 kes jî birîndar bû.

Hat ragihandin ku piştî facîaya teqînê tê pêşbînîkirin ku hejmara miriyan zêde bibe.

Serokê Dewleta Meksîkayê Enrique Pena Nieto li ser medya civakî ji bo kesên ku jiyana xwe ji dest dabû peyamek weşand sersaxî li malbatên kuştiyan kir û ji bo birîndaran jî daxwaza şifaya xêrê kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu