AborîAsyaCîhanNûçe

Li gorî Commerzbankê ekonomiya Tirkiyeyê têk diçe

Commerzbanka almanî derheqê ekonomiya Tirkiyeyê de raporteke reşbînî bi navê ‘ekonomiya Tirkiyeyê têk diçe’ belav kir.

Commerzbanka almanî derheqê ekonomiya Tirkiyeyê de raporteke reşbînî bi navê ‘ekonomiya Tirkiyeyê têk diçe’ belav kir. Commerzbankê di raporta xwe de cih neda reqemên demsalî û li gorî hisabê xwe ev çêkiriye. Di berdewamiya raporta Commerzbankê de hat gotin ku Saziya Îstatîstîk a Tirkiyeyê (TUİK) doneyên xwe yên mezinbûnê ji demsaliyê paqij kirine. Herwiha li gorî ekonomîstan bi vî hisabî ekonomiya Tirkiyeyê di çaryeka sêyem de li gorî sala borî ji sedî 4.5 biçûk bû.

Ji aliyê din ve Saziya Îstatîstîk a Tirkiyeyê (TUİK) di daxuyaniya xwe de ragihandibû ku di ekonomiya Tirkiyeyê di çaryeka sêyem a asta salane de ji sedî 1.8 biçûk bû. Li gorî Commerzbankê ev biçûkbûna ekonomiyê ji sedî 4.5 e û di asta felaketê de ye û got: “Bifikirin ku heman ekonomî di hersê çaryekan de jî biçûk dibe û ev jî di çaryeka duyemîn a sala 2017an de salane ji sedî 16.8 dike.” Li gorî Commerzbankê ekonomiya Tirkiyeyê wê bi bandora bingeha kêmbûnê têkeve sala 2017an û pir zahmet e ku ekonomi di sala 2017an de ber bi mezinbûnê ve here. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu