ÎranNûçeRojhilatanavin

Li gorî fermana Serokê Komara Islamî ya Îranê, desteya taybet a rapora netewî ya hilkolandina bûyera hilweşîna avahîya Plaskoya Têhranê hat damezirandinê

Hesen Rûhanî serokê Komara Islamî ya Îranê îro bi armanca tivdîrên pêwîst jibo girtina pêşîya qewimîna bûyerên wek avahîya Plaskoyê û bihêzkirina Îranê di warê kontrolkirina qeyranan, bi hikmekî Mihemedteqî Ehmedî wekî serokê desteya taybet a rapora netewî ya hilkolandina bûyera hilweşîna avahîya Plaskoyê kifş kir û ji wî xwest ku mideha 2 mehan da “rapora netewî“ ya vê bûyerê jibo agahdarbûna gel belav bike.

Seyîdcelal Melikî Berdevkê sazîya agirvemirandinê û xizmetên ewlehîyê ya şaredarîya Têhranê dema pêkhatina qonaxên herî dawîyê yên opêrasyona berhevkirina kelefe û bermahîyên avahîya Plaskoyê got: Em di sietên dawîyê yên opêrasyona giran û lihevalîyayî ya bûyera hilweşîna avahîya Plaskoyê da ne ku ev opêrasyona bi hewldana bi şev û rojê ya personelên agirvemirandinê di roja nehem da yê bi dawî bê.

Wî herwiha got: Cenazên 15 agirvemirînerên şehîd ji bin kelefeyan hatine derxistinê û bi amadebûna rayedarên dadwerîyê radestî pizişkîya edlê hatin kirin lê di lêgerîna peydakirina meytên welatîyên asayî da me karî cesedên 4 kesan ji bin kelefeyan derxin.

Avahîya Plaskoyê li kolana Cimhûrîyê ya Têhranê siet 8`ê sibeya roja pêncşema hefteya buhurî agir berbûyê û hilweşîya û hejmarek personelên agirvemirandinê û welatîyên asayî di bin de man. Heta niha cenazê 15 agirvemirînerên şehîd ji bin kelefeyan hatine derxistinê û agirvemirînerek jî li nexweşxanê ji ber giranîya birînê şehîd bû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu