AborîEfrîqaEwropaNûçeRojhilatanavin

Li gorî meha derbasbûyî, berhemanîna nifta Lîbiyê du caran zêde bûye

Kompaniya Neteweyî ya Nifta Lîbyayê, ragihand, asta berhemanîna nifta vî welatî li gorî berî hevhatina ragirtina asta berhemanîna OPEC`ê, du beranber bûye.

Li gorî rapora roja pêncşemiyê ya Fransa Press`ê, Îbrahîm El Ewamî, berdevkê Kompaniya Neteweyî ya Nifta LÎbyayê, got: Berhemanîna nifta vî welatî, heftiya buhurî gihîşte 670 hezar bermîlî di rojê de ku ev asta berî civîna endamên Rêxistina Welatên Firûşerê Niftê (OPEC) li El Cezîrê, li heftiya dawîn a meha Îlona buhurî, 363 hezar bermîl di rojê de hatibû ragihandin.

El Ewamî got: Eger ku dewlwta Lîbyayê bûdceya pêwîst bide ber destê Kompaniya Neteweyî ya Niftê, ev welata wê bikaribe asta berhemanîna nifta xwe bi awayekî lezgîn bigihîne yek mîlyon û pênsed hezar bermîl di rojê de.

Berhemanîna nifta Lîbyayê li demeka hestyar de zêde bû ji ber ku endamên OPEC`ê di meha Îlonê de li hev kirin ku bi giştî asta berhemanîna xwe 32.5 heya 33 mîîyon bermîl di rojê de xwedî bikin lê piştî vê lihevkirinê, Lîbî û Nîcêriye bi giştî berhema xwe 700 hezar bermîl di rojê de, zêde kirine.

Kompaniya Neteweyî ya Nifta Lîbyayê hewl dide ta ku berhemanîna nifta vî welatî heya berî dawiya sala 2016`an bigihîne asta ku hatiye kivşkirin yanê 900 hezar bermîlî di rojê de. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu