ÎranNûçeRojhilatanavin

Îmzabûna rêketinnama niftî di navbera kompaniya netewî ya nifta Îranê û Gaprom`a Rûsiyayê

Bi hizûra wezîrê nifta Îranê û wezîrê enirjiya Rûsiyayê, kompaniya netewî ya nifta Îranê û Gaprom`a Rûsiyayê hevhatinnama hevkariyê hat îmzakirin.

Li gor rapora IRIB News`ê, Îro sêşemê bi hizûra wezîrê nifta Îranê û wezîrê enirjiya Rûsiyayê, li Têhranê di navbera kompaniya netewî ya nifta Îranê û Gaprom`a Rûsiyayê hevhatinnama hevkariyê li bara lêkolîna ser du meydanên niftî yên Çişme Xuş û Çengûlê li rojavaya Îranê îmza bû.

Selbelî Kerîmî birêveberê kompaniya nifta navça navendî bi nûnertiya ji kompaniya netewî ya nifta Îranê û Eliksandêr Dekov birêveberê kompaniya Gaprom`a Rûsiyayê , ev hevhatinnama îmza kirin.

Bîjen Namdar Zengene wezîrê nifta Îranê jî li hevdîtina tev Eliksandêr Novak wezîrê enirjiya Rûsiyayê got: Pê vê hevhatinnamê niha kompaniyên rûsî li ser 7 meydanên niftî yên Îranê lêkolînê dikin.

Zengene bal kişande ser rola erênî ya Rûsiyayê bona normalkirina bazara cîhanî ya niftê û destnîşan kir; Gotûbêjên karbidestên Îran û Rûsiyayê li serketina vê dûmahîkê ya welatên endama OPEC`ê bibandor bûye (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu