Di şewata li niştîngeha San Jose Pinula ya Guatemalayê ku sedema wê nehatiye diyarkirin, 19 zarok mirin û 20 kes jî birîndar bûn.
Hat zanîn ku şewata sêwîxaneyê roja sêşemê rû daye û 60 zarok jî ji sêwîxanê revîyane ku tê îdiakirin destwerdana zayendî û mimaleya nebaş bi wan hatiye kirin.
Sêwîxaneya navborî 400 zarokan dihewîne ku zarokên heta 18 salî jî lê dimînin û tê gotin, zêdetir zarok li dema şewatê li sêwîxaneyê diman. (BANGÊ ÎSLÂMİ)