ÎranNûçeRojhilatanavin

Qasim Teqîzade: Îro hêzên çekdar ên Îranê di hemî warên teknîk û teknolojîyê de li hemberî dijmin serdest in

Alîkarê wezîrê berevanîyê yê Îranê pêgirî kir ku anegorî gefên dijminan, cebilxane, mûşek û sîstemên berevanîyê yên pêşketî li nav welêt hatine çêkirinê û dîyar kir: Komara Islamî ya Îranê tu wexta destpêkirê şêrr nebûye, lê berevanekî gellek baş e û dê her êrişkerekî poşman bike.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, general Qasim Teqîzade li axavtinekê îro berî xutbên nimêja înê ya li şarê Qumê got: Îro hêzên çekdar ên Îranê di hemî warên teknîk û teknolojîyê de li hemberî dijmin serdest in.

Wî çêkirina mûşekên curbicur ên kurtbirr û dûrbirr, mûşekên Kurûz ên bi birra 2 hezar kîlomêtran, çêkirina doşikên avêtina rokêt û mûşekan, balafirên bê firokevan ên curbicur û jordabirina têknolojîya balafirên cengê yên navxweyî, tank û zêrêhpûşên curbicur, gemî û paporên curbicur û naskirina şîyana dijmin li şerê dîcîtal ji wan şîyanên hêzên çekdar ên Îranê ji bo sekinîna li hemberî gefên dijmin ragihandin.

Alîkarê wezîrê berevanîyê yê Îranê bi gotina vîya ku gellek şîyanên berevanîyê yên Komara Islamî ya Îranê nihênî ne û dê li meydana li hemberî dijmin eyan bibin, ragihand: Bê şik Amerîka ji ber şîyana pêşîlêgirtinê ya Komara Islamamî ya Îraên, bi Îranê re nakeve şêrr.

Başa dön tuşu