CîhanEfrîqaNûçe

Li hember hêzên operasyonê kemîn:40 kuştî

Li Nîjerya çekdarên rêxistina îslamiyên tund Boko Heran li hember kesên ku beşdarê operasyona rizgarkirinê bibun kemîn danî.

Çavkanîyan ji BBC re ragehandin ku di encama kemînê de ji 40 lî zêdetir kuştî hene. Tê gotin dibe ku hejmara kuştiyan zêde dibe.

Herwaha tê gotin di nava kesên ku jiyana xwe ji dest dane de leşker jî hene. Hûrguliyên buyera ku li sêşemê pêk hat hîna nehatiye zelal kirin lê hatibu diyar kirin berî naha hindek jeologên ku li zankoya Maiduguri ya leşkerên Nîjerya de hatibun revandin, hewildayîna rizgar kirinê hatiye kirin.

Nîjerya dabu xuya kirin ku berî naha wan li hemû welat de Boko Heram li bin xistine. Lê bes tê diyar kirin ku hejmara zêde ya miriyan ku di operasyona rizgarkirina rehîneyan de wê hikumetê di rewşeke zehmet de bihêle. Boko heram di zimanê herêmîde tê wateya ‘’ şêweya rojava perwerde pêkanîn gunehe’’.

Boko heram ku di sala 2002 yê de ava buye, çalakiyên xwe li Nîjerya 2009an de destpê kir, di herêma welat ya bakûr rojhilat ku xiste destê xwe de xelîfeya xwe ragehand.

Boko heram ku bîat û gêrêdanbuna xwe bi DAIŞê re ragehad, weke baskê DAIŞê yê Afrîqaya rojava tê zanîn.

Di pevçûnên di navbera artêşa Nîjerya û rêxstinê de heya naha herî kêm 20 hezar kes mirine. Herwaha çekdarên Boko heram heya naha bi hezaran mirov jî revandine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu