NûçeRojhilatanavinYemen

Li her 10 deqîqan ji ber destdirêjiyên Erebistanê zarokek li Yemenê tê kuştin

Berdevkê wezareta saxlemiya Yemenê bi boneya roja cîhanî ya saxlemiyê ragihand; Gor rapora sandiqa zartokên Rêxistiya Netewên Yekgirtî (UNICEF), li her 10 deqîqan zarokek li Yemenê ji ber êrişên Erebistanê tê kuştin.

Li gor rapora SAHAR TV yê, Ebdul-Hekîm Kehlanî berdevkê wezazreta saxlemiya Yemenê duh pêncşemê bi munasibeta roja cîhanî ya saxlemiyê li daxûyaniyekê ragihand; Piştî destdirêjiyên Erebistanê ser axa Yemenê, ew babetên ku bona nizama saxlemî û dermana Yemenê diqewimin dijî qayde û qirarên navnetewî ne û pêwîst e saziyên navnetewî zext û zorê bînin ser Riyazê ta ku êrişên xwe dijî xelkê Yemenê rawestîne ji ber ku îdî alîkariyên dewa-dermanî nagehêjin destê xelkê.

Ebdul-Hekîm Kehlanî destnîşan kir; Hejmara kuştî û birîndarên êrişên Erebistanê ser Yemenê gihêştiye 30 hezar kesan ku sedî 35 ji van kesan zarok û jinin.

Ebdul-Hekîm Kehlanî got: Xisarên van êrişên Erebistanê ser axa Yemenê bûye sebeb 35 milyon dolar derbe li jêravahiyên Yemenê kevin.

Hevpeymaniya Erebî bi serokatiya Erebistanê û bi alîkariya Amerîkayê bi heceta vegerandina serokkomarê revyayî yê Yemenê Mensûr Hadî êrişên xwe yên dirindane li dij gelê Yemenê despê kirin ku di encama van êrişan de bi dehan hezar kes  ji xelkê sivîl kuştin an birîndar kirin û bi sedan hezar kes ji xelkê vî  welatî aware û bê mal û xanî kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu