ÎranNûçeRojhilatanavin

Li Belûçistanê fermandeyekî pasdaran hat Şehîd kirin

Li devera Belûçistanê ya Îranê, fermandeyekî pasdaran hat Şehîd kirin.

Malpera fermî ya hikûmeta Îranê ragihand, şeva borî li devera Xaş ya Belûçistanê, ku 80 km dûrî bajarê Zahidanê ye, fermandeyekî pasdaran hat Şehîd kirin.

Li gorî agahiyên wê malperê, ew pasdarê Îranê ji aliyê “terorîstan” ve hatiye kuştin, hêzên Îranê bersiv dane wê êrişê û “2 terorîst” jî kuştine.

Navê wî pasdarê Îranê Rûhullah Alî û fermandeyê hêza pasdaran li bajarokê Korîn yê Zahidanê bûye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu