Li Herêma Kurdistana Iraqê xwenîşandan di roja 8`an de dewam dike
Xwenîşandanên nerazîbûnê yên mamosta, karmend û kedkarên tendûrsiyê li Herêma Kurdistana Iraqê ya ji bo heqdesta (mûçeya) xwe û li dijî sîstema ne adîl ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di roja 8’an de berdewam dike û di daxwazên xwe de israr dikin.
Xwenîşandanên karmend, mamosta û kedkarên tendûristiyê ya li dijî sîstema paşdexistina mûçe û ji bo bidestxistina heqdesta xwe di roja heştemîn de jî berdewam dike. Îro danê sibê li bajar û bajarokên; Silêmanî, Hewlêr, Çemçemal, Helebce,Qeladiz, Koyê, Kelar, Derbendîxan, Kifrî û Xaneqînê gel, mamoste, karmend û kedkarên tendrûstiyê dîsa ketin qadan û heya van deman jî xwenîşandan berdewam e.
Di xwenîşandanên îro de pankartên; ‘Çawa rûyê we digre ku hûn ji me dixwazin ku em deng bidin we’, ‘Rêveberî kerameta we nîne” hatin rakirin.
Her wiha di xwenîşandana îro yên li bajarokê Qeladiz ê ser bi navçeya Raperînê nerazîbûn nîşana axaftinên Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku digot, em ê bi kêr bersiva kêrkêşan bidin dan û peykereke ji kartan ya kêr ku çêkiribûn jî weke nerazîbûn şewitandin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)