ÎranNûçeRojhilatanavin

Rûhanî: Vîna Îranê berfirehkirina peywendiyên digel Moskoyê di hemî waran da ye

Serokomarê Îranê got: Rûsiye ji welatên dost û cînarên girîng ên Îranê li navçeyê ye û xwesteka Îranê berfirehkirina peywendiyên digel federasiyona Rûsiyê di hemî waran da ye.

Hesen Rûhanî roja duşemiyê li hevdîtina digel xanima Valintîna Matobînko seroka Konseya Federasiyona Rûsiyê li Têhranê got: Peywendiyên Îran û Rûsiyê di rewşa herî baş da ye û divê rewşa piştî Lihevkirina Navokî ya di navebra Îranê û Koma 5+1`ê ji bo xurtkriina zêdetir ji pêş a van hevkariyan li warên aborî, çandî, zanistî û têknolojîkî were bikaranîn.

Rûhanî ji berfirehkirina hevkariyan digel Rûsiyê li warên ênêrjî û ji wan ênêrjiyan navokî pêşwazî kir û got: Rola Rûsiyê li warê pêkhatna Lihevkirina Navokî kêrhatî û sûdmend bû.

Serokomarê Îranê herwiha bal kişande ser pirsgirêka têrorîsmê li navçe û cîhanê û got: hecvkariya stratijîk nava Îran û Rûsiyê ji bo şerê dijî têrorîsmê heye û ev hevkarî dê heta jinavbirina têrorîsmê li navçeyê bidomin.

Valintîna Matobînko seroka Konseya federasiyona Rûsiyê jî li vê hevdîtinê tevî pêgiriya li ser viya ku Moskova dixwaze peywendî û hevkariyên xwe digel Komara îslamî ya Îranê di hemî waran da berfireh bike û got: Lihevkirina Navokî asoya hevkariyên du welatan rohn kiriye û kompaniyên rûsî bi taybet kompaniyên çalak li warê êmnêrjiyê meraq dikin ku beşdarî planên Îranê bibin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu