AsyaCîhanNûçe

Li Herêma Xweser ya Sîncan Uygurê erdhej

Li Herêma Xweser ya Sîncan Uygura Çînê bi lerza 5,5an erdhej çêbû û hejmara kesên ku di erdhejê da mirin derket 8an.

Li gor ajansa Ajansa Şînhûayê, piştî erdheja ku li navçeya Taşkorganê qewimî, cesedê 4 kesên din jî hatin derxistin û hejmara miriyan derket 8an.

Erdhej 8 kîlomêtre bin erdê da qewimî û 23 kes birîndar bûn.

Hat gotin ku ji 12 hezar kesa 9 hezar û 200 kes ji herêma erdhejê hatine tehliyekirin.

Di erdhejê da hezar û 520 malan xesar hilda û 800 heywan mirar bûn.

Taşkorgana navçeya Qaşgarê nêzî sînorê Pakistan, Efxanistan û Tacikistanê ye û li navçeyê kêmneteweyên tacik dijîn.

Li herêmê xebatên lêgerîn û xelaskirinê dewam dikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu