CîhanEwropaMafên MirovanNûçe

Li Amerîkayê êrîşa dibistanê: 2 mirî û gelek birîndar hene

Li dibistaneke San Bernardino ya eyaleta Kalîforniyayê ya Amerîkayê teqe hate kirin.

Li gor zanyariyên destpêkê 2 kes mirin, gelek kes jî birîndar bûn. Tê ragihandin ku êrîşkar ji aliyê polîsan ve hatiye kuştin.

Piştî bûyerê gelek tîmên hawarçûnê ji bo birîndaran rakin nexweşxaneyan gihîştin Dibistana Seretayî ya North Parkê.

Li gor agahiyan li nav dibistanê 2 term hatine dîtin ku tê texmînkirin yek jî mamoste yê din jî êrîşkar be.

Herwiha li gor rayedaran dibe ku sedema êrîşê ‘kêşeyên malbatî yên mamoste bin’. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu