CîhanEwropaIraqNûçeRojhilatanavin

Australie 110 milyon dolar dide Iraqê

Wezareta Derve ya Australie ragehad ku, bi armanca alîkarî û avakirina navçeyên ji destê DAIŞê hatîne rizgarkirin, ewê di heyama 3 salên bê de 110 milyon dolar bide Iraqê.

Derbarê vê yekê Wezîra Derve ya Australie Julie Bishop di kongreyeke rojnamevanî de ragehand ku, bi armanca vegerandina aramî û alîkariya Iraqê di şerê wê yê li dijî DAIŞê welatê wê di heyama 3 salên bê de 110 milyon weke alîkarî bide Iraqê.

Li gor daxuyaniya Wezareta Derve ya Australyayê ragehandî ku, bi wê yekê alîkariyên wî welatî ji sala 2014an û heta niha bo Iraqê giheştine zêdeyî 530 milyon dolarê.

Tê zanîn ku, Australie yek ji welatên Hevpeymaniya Navdewletî bi serokatiya Amerîkayê li dijî DAIŞê li Iraq û Sûriyê ku, ji 60 welatan pêktê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu