
Li Hindîstanê bagera qûm û tozê rabû, herî kêm 77 kes mirin û bi dehan kes jî birîndar bûn.
Îro danê sibê li eyaletên Racistan û Ûtar Piradiş yên Hindîstanê, bagera qûm û tozê rabû.
Li gorî agahiyan, heta niha herî kêm 77 kes mirine û 143 kes jî birîndar bûne.
Tê gotin ku ji ber ba û bagerê, elektrîk qut bûye û ziyanek mezin gihîştiye wan deran.
Rayedarên Hindîstanê dibêjin, tirsa wê heye hejmara miriyan zêde bibe ji ber ku bager heta niha jî didome.