ErebîstanNûçeRojhilatanavinYemen

Neh kirêgirtiyên Rejîma Siûdî ji aliyê nîşanbazên Hizbullaha Yemenê ve hatin kuştin

Neh kes ji kirêgirtiyên Rejîma Siûdî li navça El-Cewfê li bakurê Yemenê ji aliyê nîşanbazên vî welatî ve hatin kuştin.

 Li gorî rapora kanala televîayona  El-Mesîrê, nîşangirên  yemenî roja îniyê  kirêgirtiyên hanê li bereyên  Mareb û qereqola El-Selanê li navça  Cewfê dan ber êrişan.

Hêzên artêşê û komîteyên gelanî yên Yemenê cihê kombûna  eskerên siûdî û kirêgirtiyên wan li bilindahiyên  Elîbê û navenda  El-Şebekê li Ncrana Erebistanê dan ber êrişan.

Rojnama  El-Yewmê jî li raporekê  balefirên yemenî weke xetereke stratejîk bo ewlehiya neteweyî û aborî ya Erebistanê da zanîn û nivîsî:Ev balefir ne tenê gefek li hember palîngehên  niftê yên Erebistanê  ne, belkî gefeke rasterast  li dijî canê kesayetiyên  siûdî ne jî.

Balefirên bê firokevan ên artêşê û komîteyên elanî yên Yemenê, roja pêncşemiyê, meqerên  fermandên  ser bi dewleta îstifakirî ya Yemenê li parêzgeha  Marebê li bakurê rojhilata  parêzgeha Senayê dan ber êrişan.

Başa dön tuşu