AsyaNûçeRojhilatanavin

Li Hindistanê dîwarê salona dewetê hilşiya: 24 mirî

Li başûrê Hindistanê dîwarê salona dewetê hilşiya û ji ber bûyerê 24 kes mirin.

Li eyaleta Racastanê N.K. Guptayê dadgerê herêma Bharatpurê daxuyanî da rojnamevanan û wiha got: “Kesên li dewetê yên li hewşa salonê xwarin dixwarin ji ber bablîsoka qûmê direvin hundir. Di vê navberê da dîwarê salonê hildişe. Ji ber bûyerê 24 mirin û 26 kes jî birîndar bûn.”

Anil Tankê rayedarê polêsan destnîşan kir rewşa hin kesan giran e û got dibe hejmara miriyan zêde bibe.

Li Hindistanê gelek caran avahiyên qaçax û qels xirab dibin.

Sala 2013yan da li Mumbaiyê avahiyeke qaçax hilşiyabû û tê da 74 kes miribûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu