EfrîqaNûçeRojhilatanavin
Li Hindistanê eyaleta Telanganayê ji 1ê Nîsanê ve ji ber germa zêde 167 kesî jiyana xwe ji dest da

Li gorî rojnameya Hindustan Timesê ku dispêre berpirsên rêvebiriya karesatan a eyaleta Telanganayê, di rojên dawî de li gelek herêmên eyaletê germayiya hewayê ji 40 pîleyî zêdetir bûye û ji ber germa zêde ji 1ê Nîsanê ve 167 kesî jiyana xwe ji dest daye.
Hat ragihandin ku li herêmên Bhadrachalam, Ramagundam û Nalgonda ya eyaleta Telanganayê germayiya hewayê gihîştiye 46 pîleyî. Li gorî amareyên meterolojiyê pêla germê li herêmên eyaleta Telanganayê dê hetanî hefteya pêşiya me jî dê bidome. (BANGÊ ÎSLÂMİ)