Ji ber lêkirina baranên giran ên demsalê û rabûna lehiyê li başûrê rojava Hindistanê herîkêm 26 kes canê xwe ji dest dan.
Li gorî rapora IRIB News`ê, ji ber hatina lehiyê li eyaleta Keralayê li başûrê rojava Hindistanê qewimî û ji ber hezaza erdê jî çend mal jî kavil bûn.
Her wiha ji ber lehiyê rayedarên eyaleta Keralayê, 15 hezar û 500 kes ji xelkê vê navçê biguhezînin ciheke ewleh. Pînarayî Vîcayan, serokwezîrê eyaleta Keralayê li bara hatina lehiyê got: Xisara lehiyê pir giran e.
Şîbo yek ji rayedarên gîhandina alîkariyê jî roja îniyê got: Nêzîkî 200 eskerên artêşa Hindistanê tevlî hêzên gîhandina alîkariyê li navçên xisardîtî yên Eyankolê, Aydokî û Vayandê bûn.
Baranên demsalê, her salê li Hindistanê bi sedan kesan dikuje. Barananên demsalê ji meha Hezîranê destpê dibin û hea Îlonê jî didomin.