Li eyaleta Himaçal Pradeş ku dikeve bakurê Hindistanê otobusa rêwiyan qulibî, li gorî amareyên destpêkê 25 rêwiyan jiyana xwe ji dest da û 9 jî bi giranî birîndar bûn.
Berpirsê Midûriyeta Ewlehî yê eyaleta Himaçal Pradeşê Sunil Kumar di axaftina xwe de got: “Li eyaletê ji ber sedemeke ku hê nayê zanîn otobusa rêwiyan berkendal bû. Di bûyerê de li gorî zanyariyên destpêkê 25 kesî jiyana xwe ji dest da û 9 kes jî bi giranî birîndar bûn.”
Hêjayî gotinê ye ku li Hindistanê her sal zêdetirî 100 hezar însan di bûyerên trafîkê yên çûn û hatinê de jiyana xwe ji dest didin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)