İslami Davet Kurdi Bange İslami

Li Hindistanê qezaya trênê: 2 mirî û 40 birîndar

Li herêma Kanpur Dehat a eyaleta Uttar Pradesha Hindistanê trêna bilez ji rêya xwe derket. Di encama qezayê de 2 kes mirin û zêdetirî 40 kesî jî birîndar bûn.

Li gorî rojnameyên hindistanî piştî bihîstîna bûyera qezayê ambulans û tîmên tendirustî gihîştin herêmê û birîndar rakirin nexweşxaneyan. Herwiha Wezîrê Rêyên Hesin ê Hindistanê Suresh Prabhu di daxuyaniya xwe de ragihand ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin. Di nava vê meha dawîn de ev qezaya duyemîn a trênê ye ku li eyaleta Uttar Pradeshê diqewime. Wekî din di meha mijdara borî de jî li herêma Indor-Patna trêna expres ji rêya xwe derketibû û di encama qezayê de zêdetirî 120 kesî jiyana xwe ji dest dabû û herî kêm 180 kes jî birîndar bibû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version