Mafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Li Hindistanê qezaya trênê: 36 mirî, 100 birîndar

Li eyaleta Andhra Pradeş a li bakurê rojhilatê Hindistanê, trên ji rê derket û qulipî. Di encaam qezayê de 36 kesan jiyana xwe ji dest da.

Berdevkê Rêyahesin ê Perava Rojhilatê J. P. Mishra, diyar kir ku lokomotîv û 7 vagon ji rê derketine û di encama qezayê de 36 kes mirine, tenê nasnameyên 19 kesan diyar bûne. Mishra aşkere kir ku nêzîkî 100 kes jî birîndan bûne û dibe hejmara miriyan zêde bibe.

Sedema jirêderketina vagonan tê lêkolînkirin.

Serokwezîrê Hindistanê Narenda Modi li ser medyaya civakî daxuyanî da û sersaxî ji malbatên kesên ku jiyana xwe ji dest dane xwest. Wezîrê Rêya hesinî yê Netewî Suresh Purabhu destnîşan kir ku ew ê alîkariyê malbatên di qezayê de jiyana xwe ji dest dane û kesên birîndar bûne.

Li Hindistanê bi rêya hesinî rojane bi 11 hezar trênan re 23 milyon kes rêwîtiyê dikin. Di meha mijdara 2016an de li eyaleta Uttar Pradeşê di encama qezayekê de 14 vagon ji rê derketibûn û di encamê de 145 kes miribûn, 76 bi giranî 226 kes jî birîndar bibûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu