ÎranNûçeRojhilatanavin

ELÎ LARÎCANÎ: Şîe û sune bi salan li Sûriye, Iraqê li kêleka hev dijiyan û hilêxistina vê îdiayê wek hokara bêewlehîtiyê nedurust e

Elî Larîcanî, Serokê Meclisa Şêwraya Îslamî ya Îranê, Duşemiyê bi şev li rêûrisma bidawîhatina Sî û Duyemîn Konfgeransa Navneteweyî ya Yekîtiya Îslamî li Têhranê got: Naskirina durust a tevgerên duberetîçêker ên dijminan, dê bibe sebeba jirêderketina welatên îslamî.

Serokê Meclisa Şêwraya Îslamî ya Îranê îdaia nakokiyên mezhebî di navbera şîe û suneyan da wek koka bêewlehîtiyê di salên dawî da li navçeyê nedurust da zanîn û got: Şîe û sune bi salan li Sûriye, Iraqê li kêleka hev dijiyan û hilêxistina vê îdiayê wek hokara bêewlehîtiyê nedurust e.

Larîcanî got: Damezirandina komên têrorîst ên zêdegav bi îdaia xelafeta îslamî rewş ji bo xwînrijandin û jidestçûna enêrjiya welatên îslamî amade kir, bi awayekî ku di heft heşt salên dawî da şiyana leşkerî û malî ya welatên qeyranlêketî lawaz bû.

Serokê Meclisa Şêwraya Îslamî ya Îranê pêşbirka çekdariyê û hatina qaseka zêde ya çekan bo navçeyê ji nîşaneyên din ên pêvajoya neasayî li navçeyê da zanîn û got: Gellek ji welatên biçûk ên navçeyê sêqatî hewcetiya xwe çek kirrîne, çekên ku heta nikarin wan bikar bînin û ev li ser ziyana pêşketina van welatan û aramiya navçeyê ye.

Larîcanî tevî diyarkirina dilgiraniya xwe ji dewama qeyranê li Rojhilata Navînê bi taybet li Sûriye û Yemenê, got: Dema ku gel û siyasetvan li ser vê bawerê ne ku dijminekî ciddî wekî Israîlê li navçeyê heye, nabe ku wê ji bîr bikin û herin li dû babetên din.

Başa dön tuşu