Li bajarê Idlibê yê bakurê Sûriyê ku, di bin kontirola opozîsyona Sûriyê de teqîn di avahiyeke sivîlan de rû da, di encamê de 15 kesan jiyana xwe ji dest dan û 36 kesên din birîndar bûn.
Rêveberê berevaniya sivîl li Idlibê Mihemed Hac Yusif li ajansa AAyê re ragehand ku, teqînek li nav avahiyeke sivîlan d li taxa Wadî Nesîm ku, ji 7 qatan pêktê rûda, heta niha nehatiye zanîn sedema teqînê çiye.
Herwiha Mihemed Hac Yusif da zanîn ku, di encamê de 15 kesan jiyana xwe ji dest dan û 36 kesên din birîndar bûn piraniya wan zarokin, tekez kir ku, beşeke mezin ji avahiyê hatiye rûxandin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)