ÎranNûçeRojhilatanavin
Li Îlamê 3 kes di rûdaneka tirafîkê de mirin

Li parêzgeha Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê di rûdaneka tirafîkê de herî kêm 3 kes mirin.
Duh serê êvarê, li bajarokê Mêhran li parêzgeha Îlamê kamyonek û otomobîlek li hev ketin.
Li gorî agahiyan, di wê rûdanê de 3 kes mirin û 2 kes jî birîndar bûn.
Serokê polîsê tirafîka Îlamê Riza Himetî li ser rûdanê gotiye, rûdan ji ber xeletiya kamyonê qewimiye.