ÎranNûçeRojhilatanavin

Li Îlamê ji ber birûskê herî kêm 2 kes mirin û bi dehan pez jî mirar bûn

Li Îlamê herî kêm 2 kes di encama lêdana birûskê de mirin, gelek pez û ajel jî mirar bûn.

Duh li navçeya Avdanan ya Îlamê, birûskê li zilamekî 55 salî bi navê Mihemed Muradî û kurê wî yê 10 salî Husên Muradî da.

Li gorî agahiyan, di encamê de Husên di cih de mir lê bavê wî li nexweşxanê can da.

Li gundê Bandir Mensûr yê navçeya Gîlana Rojava ya Kirmaşanê jî birûskê li du şivanan da. Di encamê de her du jî giran birîndar bûn.

Li navçeya Sîrwan ya Îlamê jî birûskê li keriyekî pez da û di encamê de herî kêm 80 pez mirar bûn.

Başa dön tuşu