ÎranNûçeRojhilatanavin

Şemixanî: Jordaxistina balafira cengê ya Israîlê muadileyên navçê lihev xistin

Sêkrêtê Konseya Bilind a Elwehîya Netewî ya Komara Islamî ya Îranê jordaxistina balafira cengê ya Rêjîma Sîyonîst sedema guhertina muadlieyên navçê zanî.

Elî Şemixanî îro li rex merasima meşa salavegera serektina inqilaba islamî ya Îranê li hevpeyvîna digela nûçegihanê kanala Rusia Todayê herwisan got: Jordaxistina balafira cengê yê Rêjîma Sîyonîst ji hêla pedafenda hewayî ya Sûrîyê va nîşan da ku her şaşitîya ku Rêjîma Israîlê li navçê bike, bê bersiv namîne.

Sêkrêtê Konseya Bilind a Elwehîya Netewî ya Komara Islamî ya Îranê got ku tu rola Îranê li jordaxistina balafira cengê ya Israîlê tine û dîyar kir: Pedafenda hewayî ya Sûrîyê ev balafira ku sînorê hewayî û serwerîya Şamê binpê kiribû, kir armanc û jorda xist.

Şemixanî bal kişand ser rewşa Amerîkayê li Efganistan, Iraq, Sûrîye û Libnanê jî û got: Amerîka, Israîl û hevpeymanên wan bi dû işkandina iqtidara gelê Îranê ne.

Sêkrêtê Konseya Bilind a Elwehîya Netewî ya Komara Islamî ya Îranê bi gotina vîya ku iqtidara niha ya Îranê bi piştgirîya ji gelên mezlûm û bindest ên navçê û bi saya berxwedanê pêk hatîye, pêgirî kir: Hewildana ji bo tenêhîştina Îranê, girtina pêşîya Îranê ye ji bo ku nebe mînakek ji bo gelên navçê û bisînorkirina bandorên inqilaba islamî ya Îranê ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu