ÎranNûçeRojhilatanavinSûriye

Gotûbêja Zerîf û Fêysel Mêqdad li bara guhertinên Sûriyê li Têhranê

Wezîrê karên derve yê Îranê û alîkarê wezîrê karên derve yê Sûriyê li bara guhertinên Sûriyê li Têhranê gotûbêj kirin.

Li gorî rapora Fars News`ê, Fêysel Mêqdad ku li ser vexwendina Hisên cabirê Ensarî cîgirê Zerîf li karên erebî û afrîqî û bi mebesta beşdariya  li civîna komîteya siyasîê ya hevpar êvara yekşemiyê di serê taximekê hatiye Têhranê îro duşemiyê tev Zerîf hevdîtin kir û li bara guhertinên herî dawiyê li Sûriyê pêra axivî.

Fêysel Mêqdad piştî hevdîtina digel Zerîf dê tev Cabirî Ensarî hevdîtinê pêk bîne.

Beşdariya li civîna Komîsteya Siyasî ya Hevpar a Îran û Sûriyê ji bernameyên din ên Fêysel Mêqdad li sefera bo Têhranê ye ku damezirandina vê komîteyê li sefera vê dawiyê ya Cabirî Ensarî bo Şamê hatibû peendkirin (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu