AsyaCîhanErebîstanEwropaNûçeRojhilatanavinYemen

Yemen: Rêketinama Aştiyê ya Swêdê tê binpê kirin

Wezîrê parastinê yê Yemenê ragihand ku artêş û Komîteyên Gelanî yên Yemenê çekên pêşgîriyê hene ku heke binpêkirina Rêketinama Aştiyê berdewam bike wê wan çekan li dij binpêkiran bikar bînin.

Li gor rapora Fars Newsê, serleşker muhemed Nasir El-Atifî duh desnîşan kir ku xelkê Yemenê ji bo bidawîbûna desdirêjiya dagîrkeran hêvîdar in rêketinama aştiyê ya Swêdê cih were û di vê çarçovê de got: Heke binpêkirina agirbesê li Hudeydê berdewam bike  wê yemenî bersiveke qahêm û tund bidin dijminên bêsoz ku li ser qewl û qirarên xwe nasekinin.

Taxima yemenî ya Senayê û texma yemenî ya aliyê Riyazê bi beşdariya nûnerê sekreterê giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî Martin Griffiths  roja 13 Kanûna 2017 li Swêdê li hevkirin li bevdera Hudeydê ku riya sereke ya gihandina alîkariyan bo xelkê sivîl ê Yemenê ye agirbes were damezirandin û ev agirbesa ji roja 18 ya Kanûnê despê kir, lê belê Hevpeymaniya Erebî ya bi serkêşiya Erebistanê bi caran ev agirbesa binpê kiriye.

Başa dön tuşu