ÎranNûçeRojhilatanavin

Li Îranê atmosfera hilbijartinê bi awayekî fermî destpê kir

Li Îranê Wezîrê Karên Navxweyî Abdurriza Rehmanî Fazlî endamên komisyona hilbijartinê tayîn kir û Îran bi vê yekê re bi awayekî fermî ket atmosfera hilbijartinê.

Hat ragihandin ku Wezîrê Karên Navxweyî yê Îranê Abdurriza Rehmanî Fazlî endamên komisyona hilbijartinê yên ku wê çavdêriya hilbijartinên navîn ên Meclîsa Şûra ya Îslamî û hilbijartinên serdema 5emîn ên bajêr û gundan bikin, tayîn kir. Bi vê yekê re Îran bi awayekî fermî ket nava liv û tevgera hilbijartinê.

Berdevkê Wezareta Karên Navxweyî Seyyid Salman Samanî di derbarê mijarê de daxuyaniyek da û got endamên komisyona hilbijartinê ya Serokomariyê jî wê di dawiya meha Sibatê de were eşkere kirin. Li Îranê hilbijartinên navîn ên Meclîsa Şûra ya Îslamî û hilbijartinên serdema 5emîn ên bajêr û gundan wê di 19ê Gulana 2017a de were lidarxistin. Hêjayê gotinê ye ku yek ji partiyên Kurdên Îranê PJAKê di derbarê van hilbijartinan de bangî partiyên din ên Kurdên Îranê kiribû û ji wan xwestibû ku hemû partiyên Kurd bi yekdengî beşdarî hilbijartinê bibin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu