ÎranNûçeRojhilatanavin

Li Îranê bi mezinahiya 5,7 pileyî erdhej

Li rojavayê başûrê Îranê li bajarê Mescida Silêman ê eyaleta Xûzistanê bi mezinahiya 5,7 pileyî erdhej çêbû.

Li gorî daxuyaniya Navenda Sîsmolojiyê ya Zanîngeha Tehranê, erdheja 5,7 pile mezin ku navenda lerza wê, bajarê Mescida Silêman e, li gorî dema herêmê di saet 11.30î da hat qeydkirin. Hat destnîşankirin ku erdhej 17 kîlometre di bin erdê da çêbû.

Di daxuyaniyê da herwiha nehat destnîşankirin bê ka di erdhejê da tu ziyaneke madî û canî heye an na.

Başa dön tuşu