ÎranNûçeRojhilatanavin

Li Îranê êrişa çekdarî: 6 kuştî, 3 birîndar

Polîsê Îranê ragihand, di encama êrişeke çekdarî de li bajarê Erakê yê wî welatî 6 kes hatin kuştin û 3 kes jî birîndar bûn. Polîsê Bajarê Erakê yê Îranê ragihand, ku êrişa çekdarî ya li bajarê Erakê ku navenda parêzgeha Merkezî ya Îranê ye, ji aliyê 2 kesan ve hatiye encamdan û di lêkolînên destpêka de, wan kariye nasnameya keêsn êrişkar aşkere bikin.

 

Li gor daxuyaniya polîs, di encama wê êrişê de 6 kes hatine kuştin û 3 kes jî birîndar bûne. Polîsê Erakê herwiha daye xuyakirin, ku otomobîla yek ji êrişkaran li kolaneke nêzîkî bûyerê hatiye dîtin û yek ji kesên êrişkar hatiye girtin.

Bi gotina polîs, gerîn li dûv êrişkarê duyem jî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve berdewam dike.

Polîs ew yek jî aşkere kiriye, ku yek ji kesên êrişkar 8 meh berî niha bi kefaletê ji zîndanê hatibû azadkirin û bi hevkariya birayê xwe plana êrişê daniye û êriş pêk aniye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu