ÎranNûçeRojhilatanavin

Li Îranê qeza: 20 mirî, 20 jî birîndar

Li eyaleta Farsê ya Îranê otobusekê qeza kir û di wê qezayê de 20 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Mehrê li navçeya Dejkord a girêdayî eyaleta Farsê otobusa ku ji bo rêûresma Erbainê (Roja Çilemîn) ji bajarê Yezdê ber bi bajarê Kerbela yê Iraqê ve diçû, qelibî. Li gorî daneyên pêşîn di encama qelibandina otobusê de 20 kesan jiyana xwe ji dest dan, 20 kes jî birîndar bûn. Rêûresmên ku li gorî salnameya Hicrî 40 roj piştî Roja Aşûreyê di roja 20emîn a Saferê de tên lidarxistin, wek rêûresmên Erbainê tên binav kirin. Şîa di wan rêûresmên bîranînê de şîn û giriyê digirin, mersiyeyan dixwînin, Sunnî jî ji bo şehîdên Kerbelayê Qur’ana Pîroz û mewlûda nebî dixwînin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu