AsyaNûçeRojhilatanavin
Zerîf hat Tirkiyê

Wezîrê karên derve yê Îranê bi merema hevdîtin û gotûbêja tev rayedarên derecebilind ên Tirkiyê derbasî Istenbolê bû.
Li gorî rapora nûçegihan sahar tv ji Istenbolê, Mihemed Cewad Zerîf, wezîrê karên derve yê Îranê dema hat Istenbolê got: Li gorî hestyariya meseleyên deverê nemaze rewşa Sûriyê, rawêjkarî û danûstandina di navbera Îran û Tirkiyê da girîng e.
Zerîf di serdana xwe ya yekrojî li Tirkiyê biryar e ku bi serokomar, serokwezîr û wezîrê karên derve yên Tirkiyê ra gotûbêjê bike.
Zerîf her wiha yê bi Mewlûd Çawûşoxlu wezîrê karên derve yê Tirkiyê ra li civîneke çapemeniyê ya hevpar pişkdar be. (ÎSLÂMİ DAVET KURDİ)