EfrîqaIraqNûçeRojhilatanavin

Li Iraq û Lîbyayê 5 Fîlîpînî hatin revandin!

Wezareta derve ya Fîlîpînê ragehand, li Iraq û Lîbyayê li du bûyerên cuda de kesên çekdar roja înê ya derbasbûyî, 5 hemwelatiyên Fîlîpînî hatine revandin.

Wezareta derve ya Fîlîpînê ragehand, ji hikûmetên Iraq û Lîbyayê ji bo 5 hemwelatiyên wan ên hatine revandin alîkarî xwestine. Wezîrê karên derve yê Fîlîpînê Alan Peter S. Cayetano ragehand, balyozên wan ên li Bexda û Trablusgarpê derbarê revandina 5 hemwelatiyên Fîlîpînî de ew agahdar kirin û got: ‘’Em li gel rayedarên Iraq û Lîbyayê di peyvendiyê de ne. Ji bo cîhê hemwelatiyên me yên winda bê diyar kirin û ewlehiya wan bê parastin me daxwaza alîkariyê kir.’’

Berdevkê fermandariya operasyonên hevbeş ê ser bi wezareta berevaniya Iraqê Yehya Resûl ragehand, li ser rêya Bexda û Kerkûkê li herêma El- Ezîm kesên çekdar ên nasnameya wan nayê zanîn 2 hemwelatiyên Fîlîpînî revandine û got, derbarê bûyerê de lêpirsîn berdewam dike. Yehya Resûl got, wesayîta ku diçû Hewlêrê di rê de xirab bûye û ew du hemwelatiyên jin ên Fîlîpînî jî di wê wesayîtê de bûne û wesayîtek tê tenê wan her du hemwelatiyên Fîlîpînî direvîne û diçe.

Balyozxaneya Fîlîpînê ya li paytexta Lîbyayê Trablusgarbê jî ragehand, sê karmendên teknîkî yên Fîlîpînî ku di projeyek avê de erkdarbûn, ji aliyê kesên çekdar ve hatine revandin.

Başa dön tuşu