NûçeRojhilatanavinSûriye

Bi dehan terorîst li rojavaya Sûriyê hatin kuştin

Şer û pevçûnên giran navbera artêşa Sûriyê li rojavaya vî welatî bû sedema kuştina zêde ji 100 terorîstan.

Ajansa fermî ya Sûriyê ragihand ku di encama şer û pevçûnên giran ên artêşa vî welatî li dij terorîstên tekfîrî li bajarokê Merdes û Betbîşê yên parêzgeha Hemayê li rojavaya Sûriyê zêde ji 100 terorîst hatin kuştin û bi dehan terorîstên din jî birîndar bûn.

Di encama van şerana de çend panzêr û cebilxane û sîlahên terorîstan jî ji nav çûn.

Balafirên artêşa sûriyê jî pêgehên terorîstan li bakûr û başûra Helebê kirin hedef û gelek terorîst jî li wir kuştin.

Ji aliyê din ve artêşa Sûriyê operasiyona xwe bona jinavbirina dorpêçiya gundên Fewe û Keferyayê li bakûra Idlibê ya bakûra rojavaya Sûriyê daye despêkirin.

Balafirên artêşa Sûriyê herwiha li derdora Idlibê deh makînên zirxdar û gelek cebilxane û kargehên bombeçêkirinê yên grûpa terorîstî ya Ceyş El-Fethê ji nav birin û gelek terorîst jî kuştin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu