CîhanEwropaIraqNûçeRojhilatanavin

Paşayê Spanyayê bi Serokomarê Iraqê re hevdîtin pêk anî

Nivisgeha Serokomarê Iraqê ragihand ku wî şeva buhurî li Qesra Selamê li Bexdayê pêşwazî li Paşayê Spanyayê û desteya pê re kir.

Li gorî rapora Bexdad Al Yewmê, Nivsgeha Serokomarê Iraqê di daxûyanîyekê da ragihand ku Berhem Salih di wê hevdîtinê de xwest ku Madrîd bi awayekî çalak di demajoya jinûve avakirina Iraqê de pişkdar bibe.

Berhem Salih di hevdîtina digel Philiphê Şeşem da pesna peywendîyên kûr û dîrokî yên di navbera Iraq  ûSpanyayê da û pêgirî li ser pêwîstîya berfirekirina wan di çarçova xizmetguzarîya bo berjewendîyên hevpar ên gelên her du welatan da kir.

Serokomarê Iraqê bi gotina vê yekê ku welatê wî hewil dide di çarçova bihêzkirina cîgeh û rola xwe li navçê, peywendîyên digel welatên curbicur li asta navçê û navnetewî berfire bike, ji piştevanîya civaka navnetewî ji demajoya jinûveavakirina Iraqê nemaze deverên ji lepên têrorîstên DAIŞ`ê hatine azadkirinê, pêşwazî kir.

Paşayê Spanyayê jî ragihand ku ketîye ber bandora berxwedana iraqîyan û fidakarîyên wan di şerê dijî têrorîsmê de û pêgirî li ser amadebûna welatê xwe ji bo pişkdarîya di jinûveavakirina Iraqê de û meyla ji bo berfirekirina peywendîyên di navbera her du welatan da kir.

Paşayê Spanyayê Philiphê Şeşem duh nişkêve derbasî Bexdayê bû ta ku yekem paşayê Spanyayê be ku mideha 40 salên vê dawîyê da seredana Iraqê dike.

Başa dön tuşu