IraqNûçeRojhilatanavin

Li Iraqê di bûyereke hatinûçûnê de parlamentarekî berê bû qurbanî

Polîsê Parêzgeha Zîqar ragehand ku, îro Pênşemê di bûyereke hatinûçûnê de herî kêm 17 kes bûn qurbanî, yek ji wan parlamentarê berê yê Iraqê bû û 2 kes jî welatiyên Îranê ne.

Polîsê Parêzgeha Zîqar di daxuyaniyekê de  ragehand ku, li ser rêya navnetewî ya di navbera Zîqar û Besrayê de du otombîl qulipîn, tê de 17 kes bûn qurbanî.

Polîsê Parêzgeha Zîqar tekez kir ku, yek ji wan qurbaniyan parlamentarê berê yê Iraqê bû û 2 kes jî welatiyên Îranê bûn.

Herwiha polîsan da zanîn ku, di bûyerekê de otombîlek qulipî tê de 6 kes birîndar bûn û di otombîla din de jî dema qulipî 11 kes birîndar û birîndar hemû bo nexweşxanê hatin veguheztin û lêkolîn derbarê herdu bûyeran de dest pê kir.

Başa dön tuşu