Polîsê Parêzgeha Zîqar ragehand ku, îro Pênşemê di bûyereke hatinûçûnê de herî kêm 17 kes bûn qurbanî, yek ji wan parlamentarê berê yê Iraqê bû û 2 kes jî welatiyên Îranê ne.
Polîsê Parêzgeha Zîqar di daxuyaniyekê de ragehand ku, li ser rêya navnetewî ya di navbera Zîqar û Besrayê de du otombîl qulipîn, tê de 17 kes bûn qurbanî.
Polîsê Parêzgeha Zîqar tekez kir ku, yek ji wan qurbaniyan parlamentarê berê yê Iraqê bû û 2 kes jî welatiyên Îranê bûn.
Herwiha polîsan da zanîn ku, di bûyerekê de otombîlek qulipî tê de 6 kes birîndar bûn û di otombîla din de jî dema qulipî 11 kes birîndar û birîndar hemû bo nexweşxanê hatin veguheztin û lêkolîn derbarê herdu bûyeran de dest pê kir.